https://iclfi.org/pubs/icl-ku/2026-iran
Dema em vê nivîsarê dinivîsin, Amerîka hêzên hewayî û deryayî ya xwe li derdora Îranê kom dike. Hemû nîşan dikin ku pevçûnek çekdar dê li ser asteke gelek mezintir ji şerê 12-rojî yê sala borî pêk were. Bi hêza ku ew kom kiriye, Amerîka amade ye ku li Îranê wêranbûneke bê hesab çêbike.
Ev zêdebûn tenê çend hefteyan piştî wê ye ku rejîma teokratîk a Îranê li dijî gelê xwe pêlêk tazeyê ya tepeseriyê ya xwînbar dest pê kir. Di vê çarçoveyê de, gelek çepgir li Îran û derveyî wê ditirsin ku wekî ku li aliyê Ayetollahan rawestin bêne dîtin.
Ev tê fêmkirin, lê dê xeletiyeke giran be ku di pevçûnekê de helwesteke bêalî bigirin, an jî hê xirabtir helwesteke li aliyê Amerîkayê bigirin. Mînakên Iraq û Lîbyayê nîşan didin ku serwerên Amerîka bi demokrasiyê qet eleqedar nînin. Armanca wan ew e ku hemû civaka Îranê bişkînin da ku Îranê wekî hêzeke dijber a serweriya herêmî ya Amerîka û Îsraîlê tune bikin.
Zordestîya mullahyan divê biqede, lê girîng e ka kîjan hêz wê bike. Hilweşandina rejîmê li gor şertên Amerîkayê dê bibe felaket ne tenê ji bo gelên Îranê, lê ji bo tevahiya herêmê û cîhanê. Rejîm divê bi tevgera rastîn a demokratîk û dijî-emperyalîst a girseyên Îranî were hilweşandin. Tenê ev rê dikare bibe rêya pêşketina civakî ya rastîn li Îran û Rojavayê Asya. Bi rawestana li rêza pêşîn a vê têkoşînê komunîst dikarin piştgirî ji rejîmê kêm bikin.
Heke Amerîka Îranê bombebike, divê çîna karker a cîhanê hemû hêza xwe bi kar bîne da ku Îranê biparêze. Trump li hemû cîhanê li dijî bindestan di êrişê de ye. Têkçûna Amerîka bi rêya çalakiyên leşkerî an gelêrî dikare dawî li êrişa wî ya paşverû bîne.
Serdestîya Amerîka-Îsraîlê li ser Rojavayê Asya rawestînin! Tenê çîna karker dikare Îranê azad bike!
