QR Code
https://iclfi.org/pubs/icl-ku/2026-rojava
Translated from Rojava Needs a New Strategy to Survive (îngilîzî), Spartacist (English edition) supplement ,

Hikûmeta al-Sharaa êrişeke xwînîn li dijî Kurdan li Rojava dest pê kir, bi armanca ku sînorên Sûriyê bi dest bixe. Hêzên çekdar ên Komara Erebî ya Sûriyê (KES) gelek deverên mezin li bakur-rojhilata ji kontrola Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD), ku bi rêberiya Kurdan têne rêvebirin, vegerandin. Deverên mayî jî di bin êrişên giran de ne. Her çend QSD berxwedan kiribe jî, balansa hêzê bi awayekî qetî bi alîya Komara Erebî ya Sûriyê (KES) ve guherîye, ku niha li çavên Washingtonê qebûlkirî ye. Agirbestek e pir hêsas hat damezrandin, lê tenê pirsa demê ye ku êriş dîsa dest pê bike.

Dewletan emperyalîst ku xwe “demokratîk” dibêje, hemû pretensiyonên xwe yên piştgiriyê avêtine aliyek. Biryarê serokê Kurd Abdullah Öcalan yê sala borî ku çek bidin û bi KES re bi rêya “pêvajoya aşitiyê” biçin, niha hebûna Rojava bi xeterê dixe. Kurd tenê maye. Ji bo parastina Rojava û xwe-destûrîya Kurdan, stratejiyeke nû pêwîst e —stratejiyek ku bikare cudabûnên mezhebî yên bi emperyalîzmê ve girêdayî bişkîne û gelan bi ber Kurdan ve kom bike, li dijî al-Sharaa, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî.

Azadî Bi Emperyalîstan Tune ye

Serhildana neteweyî û demokratîk a li Rojava ku di sala 2012’an de dest pê kir, potansiyela ku bibe ronahiyek ji bo azadiya neteweyî û pêşketina civakî li Rojavayê Asya hebû. Lê ev potansiyel bi lez hat binpêkirin dema ku rêbertiya QSD qeda azadiya Kurdan xist destên emperyalîstan. Wek ku me berê jî rave kir (binêre “Tenê Dijî-Emperyalîzm Dikare Gelên Sûriyê Yek Bike,” Workers Hammer No. 255, 28 Çile 2025), tiştek bû ku di bin şertên tehdîda tunebûnê de, di dema girtina Kobanê ji aliyê DAÎŞ ê ya sala 2014’an de, alîkariyê ji Dewletên Yekbûyî qebûl bikî. Lê tiştek din bû ku bi fermî bi wan re li hev bî û bi hev re li deverên bi piranî ereb, wek Raqqa, êriş bikî. Gava hêzên Kurd di deverên bi piranî ereb de bicîh bûn, wan siyasetên zordar û dijî-ereb sepandin û li gor wan jî ji bo Dewletên Yekbûyî qada petrolê û girtîgehê parastin. Encama vê jî ev bû ku Kurd wek amûrên emperyalîzma Amerîkî li herêmê hatin dîtin. Ev şert şertên dijî-Kurdan zêde kir, cudabûna neteweyî kûrtir kir û Kurdan ji Ereban û kesên din ên ku jî di bin zulma Esed û DAÎŞ de bûn, qut kir.

Bi hilweşîna rejîma Esed re, Dewletên Yekbûyî bibîne ku bi al-Sharaa re rasterast kar bikin ji bo pêşxistina berjewendiyên xwe li herêmê. Thomas Barrack, nûnerê Amerîkayê li KES, got ku rolê QSD “bi piranî qediya ye” ji ber şertên nû yên li Sûriyê û şerê dijî DAÎŞ. Bi vê re emperyalîstan QSD berdan û bi wê re jî şoreşa demokratîk, jin-pêş û gelî ya Rojava. Niha ji Kurdan tê gotin ku wan “derfeteke dîrokî” heye ku di nav dewleta Sûriyê de bi “mafên demokratîk” re bicîh bibin —di bin hukûmeta Îslamî de ku nêzî dema borî komkujiyên li dijî Druzan û Elewiyan kir.

Dersa bingehîna deh salan dawî —û ya sedsala dawî— ev e ku şerê azadiya neteweyî bi emperyalîstan qet re girê nedî. Ew her gav dema ku amûrek baştir bibînin wan berdidin. Herêma me, bi taybetî Kurdistan, îro ji ber siyasetên “perçe-perçe bike û desthilat bike” yên emperyalîstan hatîye perçe-kirin, ku gelên Rojavayê Asya li hev dixin şer kirin, li şûna ku li dijî emperyalîzmê yek bibin.

Stratejiyeke şoreşger diviyabû gelan bi parastina mafên demokratîk ên kêmayîyên neteweyî û olî li dijî rejîma Esed û jî li dijî Amerîka û hevalên wê yek bike. Ev hîn jî bi lez pêwîst e. Encama stratejiya QSD zelal e: Rojava tenê maye, hevalên rojavayî çûn, û eşîrên ereb ên ku berê bi QSD re li dijî DAÎŞ şer dikirin niha Kurdan berda dikin û bi al-Sharaa re ne. Gava hêzên KES bajarên bi piranî ereb wek Tabqa û Raqqa vegerandin, gelek kesên ku QSD wek zordarên xwe dîtin, bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Ev stratejî bû ku şertên têkçûna îro amadekir.

Öcalan: Çek-dan Felaket e

Ahmed al-Sharaa di dawiya Çileya 2025’an de desthilat girt û mehê piştî wê Abdullah Öcalan bang kir ku hemû komên Kurd çek bidin û PKK xwe hilweşîne. Piştî wê, QSD qebûl kir ku têkeve nav artêşa Sûriyê. Ev bi zexta tenêbûna zêde ji aliyê Amerîkayê ve hat kirin, ku êdî ne pêwîst dît ku milîşeyên Kurd biparêze û dixwest ku li Tirkiyeyê serkeftinek ji bo Erdogan çêbike. Teslîmbûna Öcalan encama xwezayî ya stratejiyek ku li gor şertên emperyalîstan hatibû avakirin. Wek ku me wê demê nivîsand, çek-dan “xiyanetek bi temamî li hereketê azadiya Kurd” bû û “wateya mirina şervanên Kurd bû” (“Öcalan, Rojava: Na ji Xiyanetê re!”, Workers Vanguard No. 1184, 3 Nîsan 2025).

Destkeftiyên Rojava encama şerê demokratîk û çekdar a bi deh hezaran şervanên qehreman, bi taybetî jinan, ji bo xwe-destûrî ye. Ev şertên ewlehiyekê û hebûna neteweyî da ku Kurd berê di bin Esed de qet nehiştibûn. Saleke hukûmeta al-Sharaa bi temamî nîşan da ku KES qet mafên neteweyî yên Kurdan û kêmayîyên din qebûl nake. Rojava divê were parastin! Lê Öcalan hîn jî dibêje ku çareserî di “diyalog, danûstandin û aqiltiya hevpar” de ye. Ev rê felaket e.

Baş e ku QSD bi şerê domdar e, lê ji bo rizgarkirina Rojava divê bi awayekî cuda şer bike: çek-dan biguherîne û li dijî têkçûna di nav artêşa Sûriyê de bisekine. Herî girîng, divê bi lez bi Siyonîzm û emperyalîzma Amerîkî re qutbûn pêk were! Tenê rêya ku Kurd tenêbûna xwe bişkîne û baweriya Erebanên Sunî bi dest bixe ev e ku nîşan bide ku ew şervanên herî baş ên li dijî Îsraîl û Amerîkayê ne. Ev jî rêyek e ku desteka al-Sharaa, ku dixwaze bi razîkirina qatilên Gazayê desthilatê xwe bi temamî bike, kêm bike. Her dem ku rejîmên herêmê bi Siyonîzmê -kansera Rojavayê Asya- re li hev in, pêşketin tune ye. Azadiya Kurdistanê tenê bi azadiya Filistînê re bi hev re dikare pêş bike!

Tenê Dijî-Emperyalîzm Dikare Jin Azad Bike

Ji gelek kesan re, Rojava wekhevî bi azadiya jinan tê bibîranîn. Lê ji gelek kesên din re, qasî ku jî li ser jinên çekdar, xwe-destûrî û komên jinan were gotin, ne dikare nîşana girêdana bi emperyalîzmê veşêre. Cîhan pêwîst e ku jinên zêde bi çek li dijî zordarên xwe bisekin. Lê girîng e ku ev şer li bin kîjan alayê tê kirin. Me nîşan da ku çawa stratejiya xwe-girêdana bi emperyalîstan bû sedema şertên îro yên tenêbûn û qelsiyê ji bo azadiya neteweyî. Ev jî ji bo azadiya jinan rast e.

Emperyalîstan wêneyên jinên çekdar ên qehreman bikaranîn ku xwe wek şervanên demokrasiyê li dijî reaksiyona Îslamî nîşan bidin. Wekî ku wan şertên jinên Efxanî li bin Talîban bikaranîn ku welatê wê bi temamî wêrân bikin. Di her du rewşan de, girêdana pêşketina mafên jinan bi armancên emperyalîstan tenê reaksiyona Îslamî ya muhafazakâr zêde kir. Û di her du rewşan de, gava ku êdî ne baş bû, emperyalîstan jinên ku wan berê parastibûn berdan: Talîban li Efxanistanê dîsa vegeriyan ser desthilat û jin îro ji berî şerê 20-salî jî di rewşeke xirabtir de ne. Her çend ev bi temamî li Rojava nehatiye dubarekirin jî, Efxanistan dersêkî girîng dide.

Gelê Rojava bi xetereke mirinê re rû bi rû ne. Ev ne têkçûnek leşkerî ye, lê têkçûnek siyasî ye. Jinên Rojava û hemû şervanên Kurd: ji emperyalîstan û hêzên “demokratîk” daxwaza alîkariyê rawestînin! Li bin alaya dijî-emperyalîzmê şer bikin! Ji bo azadiya jinan, Kurdistana azad û Filistîna azad!